eqidaimane
eqidaimane
Æeqîda îmanê
1 post
Don't wanna be here? Send us removal request.
eqidaimane · 7 years ago
Text
Æeqîda îmanê 1.s: Bismillahi'r-rehmani'r-rehîm Amentu billahi we melaiketihi we kutubihi we rusulihi We'l-yewmi'l-axiri we bi'l-qederi xeyrihi we şerrihi Minellahi teæala we'l-beæsu beæde'l-mewti heqqun Eşhedu en la ilahe illallahu we eşhedu enne muhemmeden resûlullahi. 2.s: Æeqîda îmanê Bismillahi'r-rehmani'r-rehîm Tu bizan ruknê islamê penc in. Ruknê ewwel kelima şehadetê ye ku (Eşhed) ez şehde didim bê devê xwu yeqîn dikim bi qelbê xwu (En la ilahe) nînin tu meæbûdê bi'l-heq (İllallah) ji ğeyrê zatê pakê bê misl ezeliyye ebediyye heyirrîne di tefekkura wî da hemî mexlûq navê wî Ellah e meæbûdê bi'l-heq her ew e heyîna wî bi wiye heyîna hemî mexlûqan bi wiye xaliqu 3.s: Hakimê hemî mexlûqa ye Hemî æalem muhtacê wî ne Ew muhtacê kesî nîne Faæilkê muxtar e Bê cih û bê mekan e Li her derê hazir e Ji rûh nêzîktirê meroviye Têda hene hindî sifatê kemalê ji sifatê di wî heft sifet jî qedîm in: Heyat e Æilm e İrade ye Qudret e Bihistîn e Dîtîn e Tekellum e Ev sifet ezelî ne ebedî ne ji zatê xudê cuda nabin Pak e ji hemî æeyb û kêmasiyan (We eşhedu) we ez şehdê didim (enne muhemmedan) heçîke muhemmed æerebî ye qureyşî ye 4.s: haşimiye çav reş e burhû kîşa ye ahnî keş e şeklê wî sor û sipî ye nûranî ye şifaf e wek æeyne ye di riyê wî da der û dunya xwuya dikin mehbûbtir e ji hemî ewladê adem peyğember æeleyhi's-selatu we's-selam bejna wî temam li ber tavê disekînî siha wî nadê erdê Di mekke ê welidye li wê bûye peyğember li medînê wefat bûye li wur ji veşartiye Navê babê wî Æebdullah, æebdullah kurê Æebdu'l-muttelib e æebdu'l-muttelib kurê Haşim e haşim kurê Æebdu'l-menaf e æebdu'l-menaf 5.s: kurê Qusey ye qusey kurê Gulab e gulab kurê Murre ye murre kurê Keæb e keæb kurê Luey ye luey kurê Ğalib ğalib kurê Fehr e fehr kurê Malik e malik kurê Nedr e nedir kurê Kenan e kenan kurê Xuzeyme xuzeyme kurê Mudrik e mudrike kurê İlyas e ilyas kurê Mudirr e mudirr kurê Nezar e nezar kurê Meæd e meæd kurê Æednan e İla axirihi navê diya wî amîne ye keça wehebê zuhriye ye Navê dadîya wî 6.s: helîme ye ji qebîla benî seædiye ye Resûlullah æeleyhi's-selatu we's-selam qasidê xudiye li ser hemî cinnu insana ku riya heq nîşanê wan bidî ku hukmê xudê bicih bînin Ruknê dudoyan kirina nimêja ferz e Ruknê sîsiyan girtina rojiya remezanê ye Ruknê çaran dana zekatê ye Ruknê pencan hecc e eger mal hebî maniæ tune bî Tu bizan ruknê îmanê şeş in ruknê ewwel baweriya bi xudayê teæala ye ku zatekî pak e bê misl her wekî me gotî ruknê dudoyan 7.s: baweriya bi melaiketê xudê ne ku cewher in nûranî ne cismê letîf in ew jî mexlûqê xudê ne pak in Bi fermana xudê ji xewê ji xwarinê ji hindî mexlûqa pênkve pur zêdetir in Ji hindî mexlûqa hetta qitrê baranê we belgîdar e we taî giyaî her yekî melaiketek li ser musellet kiriye bi emrê xudê teserrufatê têda dikin kespa wan daim taæet e ji her heft tebeqatê asumanan cihê piyekî nînin ku melek têda tune be hinek daim di rukûæêda ne hinek daim di sucûdêda ne 8.s: hinek ğerq bûne di şuhûd û cemala xudêda ageh ji æalem nînin ne ji adem yek li ser milê rastê xeyra dinivîsî navê wî reqîb e Yek li ser milê çepê şerran dinivîsî navê wî æetîd e Cebraîl æeleyhi's-selam wehê anî ye Ji bo hemî peyğemberan æeleyhime's-selam israfîl nefxa sûrê hemî di desta de ye Mîkaîl hukmê dexl û danê di desta da ye Æezraîl qebda rûhan di desta da ye Hemeletu'l-æerş niha çar in di qiyametê da bibin heşt 9.s: muqerrebîn nêzîkê dergahê xudê ne Kerrûbîn melekê æezabê ne rewhaniyan melekê rehmetê ne Ruknê sîsiyan baweriya bi kitabê xudê ne sed suhuf in çar kitab in ji sedan deh nazil bûne ji bo adem æeleyhi's-selam deh ji bo ibrahîm sîh ji bo idrîs pence ji bo şît Tewrat ji bo mûsa Zebûr ji bo dawud İncîl ji bo æîsa Quran ji bo muhemmed æeleyhi's-selatu we's-selam Bê quranê hukmê ê mayîn bettal bûne Hukmê quranê û xwundina quranê baqî ye heta 10.s: axirzemanê Ruknê çaran baweriya peyğemberan e her zemanekî xuda insanekî pak kiriye ji gunehan ji xelqê wî zemanî ji bo xwu kirye peyğember muæcizat daye wan kesekî beraberya wan bi muæcizat nînin Sed û bist û çar hezar peyğember rabûne Ûlu'l-æezm yanî mezinterê wan penc in Muhemmed sellellahu teæala æeleyhi wesellem İbrahîm Mûsa Æîsa Nûh peyğember in yên xudan ummet ji sêsed û sêzdeh in meşhûr sîh in: Adem Şît İdrîs Nûh Salih Hûd İbrahîm 11.s: Lût İsmaæîl Yeæqûb Yûsuf Eyyûb Şuæeyb Mûsa Harûn Xidir Yûşeæ İlyas Elyeseæ Zu'l-kifil Şemæûn Eşmewîl Yûnus Dawud Suleyman Zekeriyya Yehya Æuzeyr Æîsa Muhemmed sellellahu teæala æeleyhi we sellem Ruknê pencan baweriya bi qiyametiye Herçi peyğemberê me gotî ji nîşanê her wekî zahir bûna mehdî we rabûna deccal we nazil bûna æîsa we dabbetu'l-erd we yecûc mecûc we zêde bûna fisqu fucûr û 12.s: xiyanetiye Hem herçî waqiæ bibit ji weqæetê heşrê her wekî hûr bûna çiya we kerker bûna asumana we rijha bûna histira we bê nûr bûna roj û heyva we ğeyrê wan hemî heqq in bê şek dê bi qewimin mexlûq dê rabin bi hev bikevin dê biçin erdê şamê kağidê xeyra û şeran dê bidin destê wan tu æemel bê hisab nabin suala æemela ji wan dê bête kirin bişehîn dê bête kişandin tu æemel bê ceza nabî bi fermana xudê 13.s: pira siratê dê deyn in li ser cehennemê kesên cehennemî bin dê bikev in agirê dê cennetê ji lê bibor in biçin ser hewzê kewserê şefaæeta muslimana wê bikin peyğember û meşayixu suleha musliman namînin ebed di cehennemê da Cehennem heft tebeq in li bin erdiye Cennet heşt tebeq in li ser asumana ye Ruknê şeşan baweriya bi xudê ku xeyr û şer bi teqdîra xudê ne hemî hereke we 14.s: æemelê mexlûqan ezel de nivîsî ne ji ewwel heta axir heçî waqiæ bibit dê muwafiq wî nivîs in bit mexlûq sebebê æemelê ixtiyariye her wekî agir sebebe ji bo şewtandinê. Temmet
0 notes