#duhezarûnozdeh
Explore tagged Tumblr posts
Text
Albûma Nickwan ‘Rohî Mirdû’ derket!
Albûma hunermendê ciwan ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Nickwan bi navê ‘Rohî Mirdû’ (Rihê Mirî) ji Red Music Digitalê derket e. Stranên di Rohî Mirdû de bi giştî rock û cûreyên rockê yên wekî klasîk, hard û progressîf rock in.

Albûma Nickwan, Rohî Mirdû ji 8 stranên (track) soranî pêk tê. Awazên hemû stranan Nickwan bi xwe çêkirine, gotinên stranan jî Dilêr Ezîzî nivîsandine.
Stranên di albûmê de bi giştî tabûyên çanda kurdî rexne dikin. Di stranan de tabû, zayend, baweriyên bêbingeh (batil), peywendiya di navbera mirovan de û gelek tiştên din têne rexnekirin. Piraniya stranan derbarê aliyên nexweş/nebaş ên çanda kurdî de ne û rexne li van nerazîbûn/nebaşî û nexweşiyên Kurdan têne kirin.
Nickwan derbarê albûma xwe de ji mevlutoguz.tumblr.com re axivî û diyar kir ku amadekirina albûmê bi qasî salek û nîvê dewam kiriye. Nickwan got “Amadekariya albûmê bi qasî salek- salek û nîvê dewam kir û niha li pêşberî guhdêran e. Ji bo belavkirina Rohî Mirdû ez gelek kêfxweş im û lê ez nizanim wê xelk çawa helsengînin û binirxînin.”
Nickwan, “Li Rojhelat derfet nadin konsertan bikim, li Başûr rock guhdar nakin, hêvidar im bikaribim li Bakûr konsertan bidim. Eger derfet û sponsor hebin, dixwazim li Bakur û Stenbolê konsertan bidim.”

NICKWAN KÎ YE?
Nickwan Qaderî yê 26 salî ye ji rojhilatê Kurdistanê, ji bajarê Bane ye. Nickwan ev 7 sal e li gîtarê dide û 3 salê jî muzîkê çêdike û distire. Ew di 2015an de wekî sazbendekî beşdarî konsertekê bûbû. Di 2018an de li Rojhilatê Kurdistanê wekî stranbêjekî konsertek da ku li wê konserê 3 stranên bi kurmancî jî gotine. Nickwan îsal (2019) di Pêşbirka Ziryabê de bi ser ket û strana wî ya bi navê ‘Alude’ ji aliyê Gokçe Selîm ve hat aranjekirin û di albûma Bijareyên Ziryabê de cih girt. Rohî Mirdû yekem albûma Nickwan e.
Hûn dikarin albûma Rohî Mirdû li ser platformên dîjîtal yên wekî Spotfy, Dezeer û YouTubeyê guhdar bikin.
4 notes
·
View notes
Text
Romana Hesen Ildiz ’Qal’ derket: Hûn dikarin beşeke kurt ji vir bixwînin
Hesen Ildiz piştî pirtûka xwe ya ewilî Tirspîvan (Belkî, Çîrok. 2015) bi romanekê derdikeve pêşiya xwendekarn. Qal ji Weşanên Peywendê li Stenbolê derçû.

Di Qalê de, çiroka R. Baran, ê ku di navbera hebûn û tûnebûnê de asêmayî, yê ku çarseriyê di xwekuştinê de dibîne, vedibêje. Bidestxistina wateya hebûne ya ku di wextê şer de bi temamî girîngiya xwe winda dike di romanê de cihekî sereke digre. Li ser têkiliya law û bavan û bi rêya bertekên li dijî norm û rolên civakî, lihevnekirinên takekesî û civakî derdixe pêş.
BEŞEK JI ROMANÊ
(...)
Bi taloqkirinê mirov dibê qey dê bûneweran ji holê rake, lê mixabin bi taloqkirinê ji dêvla jiholêrabûnê bûnewer zeximtir dibin. Bi taloqkirinê pêvajoya hebûnahiyê dirêjtir dibe û bûnewerê pêk tê jî ji ber çi sedemê (tirs, sersarî, dilnexwestin, jirihêxweacizbûn… hwd.) hatibe taloqkirin herî zêde wî tiştî dihundirîne. Ango ew sedem dibe kakilê wî bûnewerî û bûnewerê ku têgihiştin jî hew qalikekî derveyî- ne yê wan sedeman dinixumîne. Forma heyî kakilê xwe ji pêvajoya heyînê digre, a bi taloqkirinê her ku diçe zêde dibe, a mirov dawiya dawîn noqî wê dibe. Loma aniha gava gotina “lawê te” kete kerrika guhê min, ne bi wî pitikê ku nû çavê xwe li dinyayê vekiriye, ez bi welidandina wî re ya ku min misêwa taloq dikir, rûbirû mam. Nizanim çima lê gava roja min nû bîhist ku Lîlav ducanî ye min tu carî bawer nekir dê biwelidîne, belbî jî min nedixwest biwelidîne.
(...)
Birûskekê veda baranê bi carekê xweş kir û her dilopekê da ser pişta ya dinê û ez carekê dinê lê warqilîm ku mirin li vî bajarî bi qansî du dilopên baranê yên ku li dû hev dikevin dûrî mirova ye, lê bi qansî wan her dû dilopan ne romantîk e.
(...)
HESEN ILDIZ KÎ YE?

Hesen Ildiz, di sala 1991ê de li gundekî Mêrdînê hatiye dinê. Faqulteya tibbê ya Cerahpaşayê qedandiyê û niha li Berlînê dijî û li wir bi sê zimanan (Kurdî, Almanî, Tirkî) xebatên xwe yên wêjeyî didomîne.
*Hesen Ildiz, Qal, Roman, Wş. Peywend, 2019.
4 notes
·
View notes
Text
panel: blog û blogerî
bloger li stenbolê li ser blogan û blogeriyê axivîn.

însiyatîfa ronakê li şa performansê bernameyeka bi navê “blog û blogerî” pêk anî. bername dê 28ê sibatê seet: 20:00an de bû
bi moderatoriya mem arînî (înîsiyatîfa ronak), bi aziz tekin (xewname) û esra boga (esrake47) ra em li ser blog û blogeriyê axivîn.
spas bo heval û hogirên ku em tenê nehiştin û beşdarî bernameya me bûn. herwiha ji bo vê derfetê ez ji dil spasiya ronakê û şa performansê dikim.
sibat2019beyoglu
1 note
·
View note
Text
albûma nû ya hajar zahawy ‘regî kon, gelay nûwê’ derket
albûma enstrumental ya perkusyonistê navdar hajar (hussein) zahawy ya bi navê ‘rêgî kon, gelay nûwê’ (old roots new leaf) ji orient ajansê derket. di albûmê de 7 track hene ku kompozîsyon û aranjoriya gişan zahawy bi xwe kiriye.

(rêgî kon, gelay nûwe - 2019)
di albûma ‘regî kon, gelay nûwe’ de tevî hajar zahawy, matthaios tsahouridis (greece), ali ghamsari, hirbood hossani (îran), hany elbadry (misir),robin vassy (fransa), peyo peev (bulgaristan) û ertan tekin (tirkiye) cih digirin.

(m.oguz & h.zahawy (gulan 2019 - cîhangîr/stenbol)
hûn dikarin albûmê li ser platforma dîjîtal spotfy guhdarî bikin.
perkusyonîst/defjenê navdar ê kurd hajar zahawy bi eslê xwe ji rojhilatê kurdistanê ye. wî wêje û edebiyata îngilîzî xwendiye û di warê etnomuzîkolojiyê de master kiriye, derbarê dîlanên kurdî de lêkolîn kiriye. di projeya koma niştîman de cî girtiye. zahawy di sala 2006an de di fîlmê hollywoodê ‘kingdom of heaven’ (şehînşahiya bihûştê) de li defê daye û kiriye ku muzîka kurdî di fîlmekî cîhanî de cî bigire. zahawy bi tenê bi muzîkê re eleqedar dibe û li cîhanê digere.
gulan2019cîhangîr
1 note
·
View note
Text
bêndera çandê – 174/180
ji bo camêr û maqulekî civata kurdî li stenbolê mihemed bilen
174. şeva par lagerkvistî li stenbolê
bi minasebeta şeva par lagerkvist em îro (28.11.2018) bûn mêvanê konsulxaneya swêdê ya li stenbolê û nivîskar firat cewerî (1959). nivîskarê swêdî par lagerkvist (1891-1974) xelatgirê nobela edebiyatê ye. berhema wî ya navdar barabbas ku li gelek zimanan hatiye wergerandin bo kurdî jî hat wergerandin. kurdiya wê îsal bi wergera nivîskar firat cewerî ji weşanên avestayê derket.

(firat cewerî, şeva par lagerkvistî li balyozxaneya swêdê ya li stenbolê )
di şeva lagervkvistî de neviya par lagerkvistî, lîstikvan hedvig lagerkvist û nivîskar firat cewerî bi me re bûn. digel kurtedanasîna par lagerkvistî bi sê zimanan (swêdî, kurdî û tirkî) beşek ji barabbasê hat xwendin. swêdiya barabbasê hedvig lagerkvistê, tirkiya wê irem uzunhasanoglu û kurdiya wê jî firat cewerî xwend. nivîskar firat cewerî di axaftina xwe de ev tişt anîn zimên: “armanca min bi van şevan ew e ku em zimanê kurdî ji belengaziya ku lê hatiye barkirin rizgar bikin û bikişînin qesr û konaxan da ku bi xwediyan şîrîn bibe. ji ber ku her tim zilm lê hatiye kirin, her tim biçûk hatiye dîtin; hatiye qedexekirin û weke nîşana cehaletê hatiye dîtin. na, hevalno! zimanê me, ji zimanê xelkê ne çêtir be jî ne kêmî yê wan e. zimanê me ye, bi me re çêbûye. bi rêya wergera ji edebiyata dinyayê zimanê me bêhtir dikemile û dibe şirîkê zimanên dinyayê.”
di şahiya ku di hewaya kokteylê de derbas bû hunermend rewşan çelîker û koma xwe konserteke piçûk dan. di dawiya şevê de wergêrê pirtûkê firat cewerî û neviya par lagerkvist, hedvig lagerkvisk barabbasa li kurdî hatiye wergerandin îmze kirin. hêjayî bibîrxistinê ye ku bi tenê kesên vexwendî, beşdarî şevê bûn û vexwendname bi tirkî û kurdî bû. belê, balyozxaneyê bi kurdî û tirkî em vexwendin bernameyê. ji ber vê yekê ez gelek gelek şa û bextewar bûm.
di şeva par lagerkvistî de çendîn nivîskar, şa’ir, rojnameger, hunermend û maqûlên stenbolê amade bûn. li salona nezîh a konsulxaneyê, di bin avîzeyên mezin û îşiqên ronak de herkes ji hedê xwe zêdetir bedew û qeşeng bû. ji bo mazûvaniya konsulxaneya swêdê ya li stenbolê û rêzdar firat cewerî û mêvanên ezîz ên şeva bedew û bêna ji dil û can spasiyên xwe pêşkêş dikim.
* tevî ku em welatiyê vê dewletê ne; dixebitin, hildiberînin, bacê didin û leşkeriyê dikin (min leşkeriya xwe di navbera 22.11.2018 û 11.01.2019’an li çekmekoya stenbolê bi pereyan ango bedellî kir) dîsa jî em ji xweşiyên wiha bêpar in ez ê tu carî wê efû nekim û dê kela dilê min sar nebe.
175. weke sazî û navendeke weşangerî û rewşenbîriya kurdî li stenbolê: avesta*
yek ji weşanxaneya herî mezin û girîng a kurdî, weşanxaneya avestayê, di dawiya sala 2018’an de, piştî şeb-i yeldayê yanî şeva herî dirêj a salê (22.12.2018 şemî) li navçeya beyogluyê ya stenbolê bi kokteylekê cihê xwe yê nû vekir û ji xwîneran re got merheba.

(avahiya avestayê ya li stenbolê)
tevî nivîskar û xwendekarên avestayê şa‘ir, hunermend, siyasetmedar, rojnameger, blogger û çendîn kurdên stenbolnişîn beşdarî kokteyla vekirina cihê nû yê avestayê bûn. çalakiya vekirinê ku piştî danê nîvro dest pê kir heta mexrebê berdewam kir, di atmosfereke gelek gelek germ de derbas bû.
di merasîma vekirinê de belkî qurban nehat şerjêkirin lê li devê derî hinar hat şikandin û şampanya hat vekirin. ev yek bi min gelek gelek nazik û kubar hat. di merasîmê de qeflek însan hat û yek çû; di nava mêvanan de neviyên celadet alî bedirxan (1893-1951) jî hebûn. nevîyên bedirxanî, bi seredana xwe şeref dan weşanxanê û mêvanan.
ji aliyê din ve, bi saloxan youtuber gîska gerok gulsumakê ji moskowayê û blogger perxudres taa ji amedê û esrakê47 jî taaa ji zeytinburnuya dûr û derez hatin û beşdarî merasîmê vekirinê bûn û elbet şeref fan rê û resmê.
cihê nû yê avestayê, avahiyeke 6 qetî ya bi şaneşîn e û berê weke mal dihat bikaranîn. ev avahî li gorî eslê xwe hatiye restorekirin û dîzaynkirin. hundirê avahiyê bi awayekî modern û mînîmal hatiye dirûstkirin. herwiha li avahiyê, xeml û xişrên çanda kurdî jî darî çav in. qeta bodrûmê weke depo tê bikaranîn, qeta pêşî cihê pirtûkfiroşiyê ye. qetek jê odeya xebatê ye, qetek arşîv û pirtûkxaneya abdullah keskîn û avestayê ye. qetek metbex û cihê bêhnvedanê ye. li cihê weşanxaneyê herwiha terasek jî mewcûd e ku dema ku hewa xweş be abdullah keskin mêvanên xwe li wir diezimîne.
di kokteyla vekirinê de xwedî û edîtorê weşanxaneya avestayê abdullah keskin û kedkarên weşanxaneyê songul keskin û kiymet koçkan bi awayekî semîmî pêşwazî li mêvanan kirin û yek bi yek bi wan re elaqedar bûn. beşdaran û mazûvanan tevî şerab û şirûbên xwe, li ser mijarên cur bi cur sohbet û muhabbet kirin û civateke bi kurdî gerandin.
li dîwarê derenceya di navbera du qatan da fotografên gelek nivîskar û edîbên kurdî hatine daleqandin ku mirov dikare vê weke nîşaneya qedirşînasî û hevgirtina peyv û kelama kurdî bi nav bike. li ser vê yekê keskin wiha got: “zehmet bû lê bû, heta ji me hat me hemû anîn ba hev, mala wan a ji peyvan me kir mala xwe, mala we, mala me hemûyan…”

(wêneyên edîb û nivîskarên kurdî li weşanxaneyê avestayê)
bi qasî min dît, hemû beşdar ji hedê xwe zêdetir qeşeng û bedew bûn û ewçend nazik û kubar.. di dawiya çalakiyê de beşdaran ji avestayê têra xwe pirtûkên kevn û nû yên weşanên avestayê kirîn. piraniya civata kurdî ya li avestayê piştî bername bi dawî bû, çûn konserta kerem sevinç a li cemiyetê û bernameya a chalak eventsê ya bi navê dengbjê nightsê.
hêjayî bibîrxistinê ye ku weşanxaneya avestayê ji sala 1995’an û vir ve di nava kar û barê weşangeriyê de ye û heta niha piraniya wan bi kurdî/kurmancî, zêdetirî 600 kitêb çap kirine. herwiha avesta heta derfet hebe, dixwaze pirtûk û belgeyên li ser kurd û kurdistanê dîjîtalîze bike û bibe navendeke serlêdanê ya zanîn, rewşenbîrî û lêkolîneriyê.
navnîşana nû ya avestayê wiha ye: şehit muhtar mahallesi, basma tulumba sokak, no: 5 beyoglu / stenbol
*ev nûçe / çavdêrî cara pêşî di hejmara 4’emîn a PopKurd’ê de hatiye belavkirin.
176. şeva bixêrhatin û hevdîtinê ya nivîskar cemil turan bazidî li avestayê
avestayê piştî vekirina cihê nû, 19’ê sibatê yekem çalakiya xwe lidarxist. çalakiya yekemîn ‘şeva bixêrhatin û hevdîtinê ya cemîl turan bazidî’ (1955) bû. di şeva bixêrhatinê de bi tenê mêvanên vexwendî beşdar bûn. ez jî yek ji wan kesên vexwendî bûm. xwediyê avestayê abdullah keskin di çalakiyê de bixêrhatin li nivîskar cemîl turan bazidî kir û diyar kir ku di demên pêş de wê berhemên bazidî ji weşanên avestayê derkevin. keskin di merasîma vekirinê de axaftinek kir. keskin di axaftina xwe çêlî bi nivîseke celadet alî bedirxan kir û got. “nivîseke celadet alî bedirxan heye bi navê ‘lehî’. [Bedixan di wê nivîsê de] dibê, kurd tev de weke dilopên baranê ne. lê ya muhîm ku ew dilop bêne ba hev. dema ku ew dilop hatin ba hev, felata [rizgarî] welatê me, wî çaxî wê mimkûn be.”

(cemîl turan bazidî, 19.02.2019 avesta / stenbol)
piştî keskin bazidî axivî û diyar kir ku ew 35 sal e ji welêt dûr e û wî her dem hewil daye çand û huner û jiyana gelê kurd bide naskirin. bazidî bi kurdiyeke fesîh ev tişt gotin: “te got kesî xerîb li vê derê tine, hemû xwediyê malê ne. ez jî di nava van kîtaban û kitêbxaneyê de, di nava vê çand û kulturê de, (berê xwe da fotografên edîb û nivîskarên bi dîwêr ve) di nava van şexsiyetên mezin ên kurd û kurdistanê de, dilê meriv geş dibe; ez kêfxweş im ku di nava we de me [bi we re me]. avestayê biryar daye ku kîtabên min hêdî hêdî bi kurdî werin çapkirin. wê demê ez bawer im, hûn bixwînin, hûn ê zêdetir min nas bikin. 35 sal e ez dûrî welat im. 35 sal e dixwazim çand û hunera gelê xwe, gelê kurd li ewropayê zêdetir were naskirin. ji bo vê yekê jî xelata UNESCO’yê dane romana min. ew xelat ne tenê xelata min e, ew xelat ya tevahiya gelê kurd e, kî lê xwedî derkeve xelat a wî ye. ez kêfxweş im ku bi dilopeke piçûk be jî, di nava çandê de heme. wekî bedirxan jî gotiye, gelê kurd dilop dilop dibe behr û hêvîdar im ew behr jî welatê me azad bike, kurdistanê serbixwe bike.”
* hêjayî gotinê ye ku nivîskar û rojnameger cemîl turan bazidî bi eslê xwe ji bazîdê ye û zêdetirî 30 salî li paytexta yewnanistanê atînayê dijî û li wir di wezareta çapemeniyê de û rojnameyeke mezin a yewnanî de wek rojnamevan dixebite. jiyana wî ji aliyê nikos kasdaglis ve bi navê ‘ararat astreftei’ bûye mijara romanekê. heta niha bi yewnanî 6 romanên wî, lêkolîneke wî, antolojiyek û ajandayeke wî çap bûye. romana wî ‘çavên gurgî’ (bi tirkî kurdun gozleri) ji aliyê weşanên ayrintiyê ve li tirkiyê çap bûye. bazidî bi romana xwe ya bi navê ‘navê min azad e’ (me llamo asad) hêjayî xelata taybet a akademîk a UNESCO´yê hate dîtin. hemû berhemên bazidî di demeke nêz de ji aliyê avestayê ve tên çapkirin.
ji kelecana şevê min ji xwe ji bîr kir ku pirtûkê pê bidim îmzekirin. paşê roja înê (22.02.2019) li haznedarê me hevdû dît û me ji nêz ve hevdû nas kir û sohbeteke dûr û dirêj kir. wê rojê xalo cemîl (cemîl turan bazidî) pirtûka xwe ya bi navê ‘çavên gurgî’ ji bo min îmze kir. min jî ziryabek diyarî da wî. şev û rojeke nejbîr bû.
177. wêneyên balkona orhan pamuk
nivîskarê tirk ê xelatgirê nobelê orhan pamuk (1952) 15’ê sibatê li avahiya yapikrediyê ya li meydana galatasarayê bi navê ‘wêneyên balkonê’ pêşangehe vekir. di pêşangehê de wêneyên ku pamuk ji balkona mala xwe ya li cihangirê kişandine têne nîşandan. di wêneyan de bosfor, nîvgirava dîrokî, halîç, uskudar, kadikoy, giravên stenbolê, derya, wapor, çivîk û asoyên rengî û ronak ên stenbolê xuya dikin. pamuk ji nava 8.500 wêneyan zêdetirî 500 wêneyî hilbijartiye û di pêşangehê de dane nîşandan.
* di pêşangehê de tevî ku di derbarê wêne û wênegiriyê de gelek jêwergirtin (îktîbas) û pasaj hene, bo nimûne, “wekî berê gelek caran hatiye gotin, ji aliyê dîtbariyê ve pêwist e wêne beyî gotinan xwe bide îfadekirin, yan na ew dê bi ser nekeve.” lê bi qasî min dît mixabin mirov bandora vê yekê nabîne. belkî ez şaş bim yan jî baş jê fêm nakim lê heçku tu taybetmendiya van wêneyan tune ye, ji bilî ku pamuk girtine. bi tenê mirov dikare bibêje ku manzaraya balkona wî seyr e û ji vê devera seyr hinek kolaj û serî-fotograf kişandine.

(wêneyên balkonê, orhan pamuk, yapikredi / istiklal)
* gelek wêneyên pêşangehê hene ku li ser înstagramê bêne parvekirin, temam ez fêm dikim lê ne layiq in ku li galeriyekê an jî li pêşangehekê wiha werin pêşandan. bi gotineke din bi dehan, belkî bi sedan wêneyên wiha hatine girtin, bi rastî tekane taybetmendiya hinek wêneyan ew bu ku ji aliyê pamuk ve û ji ‘balkon’a wî hatine kişandine. pêşangeh dê heta 27’ê nîsanê vekirî be. biçin bibînin, hûn dê heq bidin min.
178.
demekê dîroknasê tirk ilber ortayli zimanê orhan pamuk rexne kiribû û amaje kiribû ku ew bi tirkî jî û bi îngilîzî jî nizane. ortayli ji bo pamuk gotibû, “di kîtabeke xwe de dibêje ‘mele di wextê banga esrê de derkete balkona camiyê û bang da.’ her kesê vê civakê dizane ku saeta bangê tine wextê wê heye. li mizgeftan balkon tine lê şerefeya minareyê heye. bangê jî ne mele lê muezîn dixwîne. ji vê nimûneyê jî diyar e ku, ew ên ku bêyî ku haya wan ji civaka wan hebe tiştinan bikin rast nakin.”
* çi eleqe nizanim lê ji nişka vê ev risteya bateyî kete bîra min, beyî ku li kitêbê binerim dinivîsim. ‘hate burca şaneşînê (balkon) sed melayîk çûn silav’. hemû wêneyên pêşangehê risteke bateyî nakin!
179. haîkûyek:
b’herhal xewnên xweş dibîne
ava di cirnikan de
serê nîsanê
180. pêşniyara pirtûkan

keloktîf, rêbera rastnivîsînê, weşanên weqfa mezopotamyayê.
destanên kurdî, berhevkar: o.celîl, c.celîl, wardoz
antolojiya dengbêjan (şakiro-reso), o.guneş & i.şahin, nûbihar.
mîkaêlê reşîd, we’de-pencere-mitale, amadekar: i. ulak, belkî.
a. rimbaud, birqên direxşan/illuminations, werger: e. sertem, avesta.
fatma savci, danê baranê, avesta.
bahoz baran, qîza bavê xwe, wardoz.
selim temo, horasan kurtleri, alfa.
nîşe:
28’ê sibatê saet 20.00’an li şa performans’ê em dê bi aziz tekin û esra boga re û li ser blog û blogeriyê biaxivin. hemû heval vexwendî ne.

sibat2019stenbol
#bêndera çandê#çand û huner#blogên kurdî#bloga kurdî#kurd#kurdî#firat cewerî#par lagerkvist#avesta#abdullah keskin#cemil turan bazidî#orhan pamuk#pirtûk#weşanxane#pêşangeh#çile#duhezarûnozdeh#mewlûd oguz#mevlut oguz
3 notes
·
View notes
Text
panel: di edebiyata kurdî de kovargerî

komîsyona edebiyata kurdî ya zanîngeha bogaziçiyê (bued) 17ê gulanê, di çarçoveya çalakiyên cejna zimanê kurdî de li kampusa bakur a bogaziçiyê paneleke bi navê “di edebiyata kurdî de kovargerî” lidar xist.
zana farqînî behsa hawar/ronahîyê, fexriya adsay behsa zarema, sinan gultekin behsa wêje û rexneyê, omer faruk baran li ser flashhilatê, ez jî li ser navê ziryabê beşdarî çalakiyê bûm û min behsa serencama derxistinê, armanc û planên ziryabê kir.
di vê navberê de ez mizgîniya hejmara nû bidim. xwedê hez bike, hejmara sêyemîn wê di meha hezîranê de çap bibe. di hejmara nû de me bi du komên cîhanî re hevpeyvîn kirine.
*

(kovara ziryab: karşi sanat, aznavur pasaji, beyoglu) pêşangeha ku cih dide xebatên çandî yên bi zimanê zikmakî li stenbolê hatine kirin bi navê “li dû şopa zimanekî / ji salên 90î û ta niha di warê çandî de têkoşîna zimanê zikmakî” li karşi sanat vebû. di pêşangehê de ziryab jî tê pêşandan. hûn dikarin heta 17ê hezîrana 2019an pêşangehê bibînin.
gulan2019sariyer
#cejna zimanê kurdî#edebiyata kurdî#kovargerî#kovar#Ziryab#Panel#pêşangeh#kurd#kurdî#gulan duhezarûnozdeh
3 notes
·
View notes