Don't wanna be here? Send us removal request.
Photo

... Kuçeyê Amedî rengê gonî de bîy, sûr bîy. Pê rengê gonîya însanan sûr bibîy. Ters kuçan û kolanan de geyraynî. Ne tenê kuçanê Amedî de. Gonîya însanan awe ra erjanêr bî belkî. Heta înanê ke gonî rijnaynî, xela girewtinî belkî. Ne cinî ne camêrd ne pîr ne ciwan ne betal ne karker, înan rê ferq nêkerdinî. Înan rê ters û gonî lazim bîy. Gonîya însanan. Gonîya sûre. Gereke gonî reng bidaynî Amedî. Amed pê merdeyan biameynî hêşê însanan. Amed welat bi, welat Amed. #JêhatîZengelan #Gorse
0 notes
Photo

... Kurdistan! Cêgamî, cêy hezar salem, Perwerdey em doll û serlûtke û yallem! Henasem têr bonî bay kwêstanit e, Dû lêwim parawî befrawanit e, Serincim rahatûy zîwî zerkeft e, Be zerdey ser befrî êware wext e, Gwêm fêre bîstinî xurrey qellbeze, Lew astey jûr befre dawên giyay sewz e, Zimanim pişkûtûy qisey ciwanit e, Qisey naw goranî şaxekanit e, Hî naw çîrokî gwê agirdanit e, Hî naw layelayey minallanit e! Qullpê ba xwênî naw demarekanim, Be zebrî eşqî to eyda ezanim! Eşqî to, ey daykî xom û hawxwênim, Her le piştî bawka çûwe hewênim, Eşçête hewênî kur û kureza, Ta taqê Kurd mabê çîyay berrza! #EbdullaGoran #Kurdistan #HostayêDîmenênSirûştaKurdistanê
0 notes
Text
bêndera çandê - 80/87
80. li welêt sêrojên dipdirêj: dawiya heftiya bihûrî ez seriyekî çûme welêt. li mêrdînê bi inan eroğlu û özgür solmaz re; li midyadê bi eyup çelik re; li heskîfê bi xal û xwarzêyan re; li batmanê bi ednan stêrk û berken bereh re; li amedê tevî suat, aziz, enes, kulîlk, zozan û ezgî tevlî daweta hesen û duygu ildiz bûm. roja dî bi şîraz, îrem, erman, taha, o. f. baran re em rûniştin. li amedê li gorî du sê sal berê hejmara etnîk eteklîyan kêm bû loma kêfa kucuk dayim nazif zêde ne li cî bû. şeva vegerê li kahve deryasiya li ofîsê tevlî hevpeyvîna mehtap ceyran bûm. min li wir selim temo, şahin altuner, lal laleş, hakkı zariç, halide yildirim, lorîn s.dogan, muharrem erbey wd. dîtin. li ser piya me xoşbêşek da hevdû. axirî sê rojên têr û tije bûn. min dil heye bêhtir biçim û bême welêt.
81. heinrich heine (1797-1856) dibê “eyb û fihêt e, ku nivîskarekî nexwestibe hin nivîsên wî -bi taybetî nameyên wî- bêne çapkirin.” * mayakovskî (1893-1930) di nameyên ku ji hezkiriya xwe lili brikê re dişyandin de wê weke pisîkan, xwe jî weke kuçikan xêz dikir. * nazım hikmet (1902-19063) di nameyeke xwe de a ku ji piraye xanim re şandiye dibê “ez sersînga te ya çepê beyî ku biêşînim gez dikim.” * ahmed arif (1927-1991) di namayeke ku ji leyla erbilê re bi rê kiriye de dibê “ez wê şanika te ya piçûçk ya li ser bevila te maç dikim.” * ez dibêm peyamên me ên whatsappê jî ne kemî van in!
82. sê sê sê komên muzîkê: U2, pink floyd, led zeppelin. sê jin: sophia loren, marilyn monroe, elizabeth taylor. sê ressam: picasso, chagall, volegov. sê derhêner: angelopoulos, tarkovski, bela tarr sê stran: li şarê jînê, bihare bulbul, her kurd buyn û her kurd ebîn.
83. mistefa îzzet efendiyê yesarîzâde û mele îzzetê keçeçîzâde destbirakên hev bûn, her tim bi hev re digeriyan. yesarîzâde bi destxeta xwe yî xweşik (husn-u hat) namîdar bû. her wiha yekî ilimdar bû û ji mubalexayê hez dikir. melayê keçecizâde jî yekî henekçî û nuktedan bû. rojekê siltan mahmudê duyem gotiye we xêr e, çima her tim hun bi hev re ne? mele gotiye ezbenî brêz dinivîse, ez dixwînim, dema em têne ba hev em dibine mirovekî xwende û nivîsende.
84. piştî ku hevalekî destxetên/taslakên hin helbestên min xwendin go “çi îşê rîçalê heye di helbestê de?” min go “keko -tabîr caîz be- ji orhan veli re ji digotin çi îşe suleyman efendi û nasira wî heye di helbestê de?” camêr go “bi mishef tu mafdar î.”
85. ez par 19 salî bûm, îsal ketime 20'a de! bo bîstemîn salvegera rojbûna min ji min re gelek tebrîk û diyarî hatin. di nav wan du heb pir taybet bûn. yek jê bedirxan çetin bo min keştiya bayê bi selîm temo dabû îmzekirin, a din esrakê ango esra boga bi taybetî bo min “exlibris’‘ek dabû çêkirin. ez gelekî kêfxweş bûm bi van herdû diyariyên xweşik û kubar.
86. qaideyeke qedîm e, elbet îstisna hene bes bi gelemperî berhemên xirab pir têne xwendin, berhemên wasat/orte xelatan distînin lê ji berhemên baş re nînin xerîdar, zêde teveccuhê nabînin û nayêne xwendin. yek ji van berheman hibra sor a rizgar elegez e. îmge û îmajên rizgar gelek gelek ciwan û spehî ne. ji hibra sor çend riste (hibra sor, lîs, 2014)
şaneşîn pêçayî bi şûşeya şevê / dargerînk digerîyan lê (r.12) * êdî yek e hebûn û nebûn / li vir, belê ne li wir, mirov tev / di tanga xwe de panokên xwedê ne (r.24) * ax, çendî kambax e ev kata ezda! / ya ku derdem e, ji zumreya kurdziman / bi serhatî bo min xwe beyan bike, /derdê min î giran asan bike (r.25) * divê her rişt di sêrî de biqewime, / di sêrî de, bi sêrî ve; vereşe bê. (r.32) * pîrejinek û pşîkek tev, / li ser pêyan çavbel in, li teşîya ku rîs dirêse. / payîna aramiya ber bi êvarê dikin (r.38) * hey lê lê çûkbeybûnê, tê hê çend / biharan bilûmînî wê dastana beyanî, / ewa ku ji me re ti carî / xeberên şên neanî. (r.51) * zarokekên kardox dîsa dixwînin, / ji esmên re. (r.52)
87. min û inan eroğlu di derbarê xwendin û xwendekariyê sohbetek kir. mirov dikare ji vê lînkê/girêdanê bixwîne: http://inanolo.blogspot.com.tr/2017/05/mewlud-oguz-min-her-hest-pe-kiriye.html
19/5/17 maltepe
3 notes
·
View notes